Esnafên bazara Reza ya Meshedê salvegera rejîma Îranê protesto kirin

12 sibat 2022 02:01
Esnafên bazara Reza ya Meshedê salvegera rejîma Îranê protesto kirin

PeyamaKurd – Esnafên Bazar Reza ya bajarê Meşhed a Îranê, bi diruşmên, “Mirin bo Xameney û Le`net li Xumeynî” rejîma Îranê protesto kirin.

Di salvegera avakirina şoreşa 57an ya rejîma Îslamî ya Îranê de, doh Pêncşemê 10ê Sibatê esnafên Bazar Reza ya bajarê Meşhedê çalakiyeke protestoyî li dar xistin.

Li gorî dîmenên li ser medya civakî belav bûne, çalavkvanan diruşmên wekî “Mirin bo Xamaneyî û le`net li Xumeynî’ bo çend deqeyan qêriyan ku hêzên leşkerî û înitzamî yên rejîmê yên li vir jî nekarîne destwerdana wan bikin û bertekê nîşan bidin.

Hat zanîn ku ew çalakî di dema herî qelebalix a Bazar Reza ya Meşhedê de hatiye kirin.