Elî Tatar: Alîkariya Serokwezîr a esnafên Bazara Çelê tê belavkirin
29 gulan 2024 18:11
PeyamaKurd - Parêzgarê Duhokê Elî Tatar diyar kir ku alîkariya darayî ya ku ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve ji bo esnafên Bazara Çelê hatibû dabînkirin, li esnafan hate belavkirin.
Elî Tatar bi daxuyaniyeke çapemeniyê diyar kir ku alîkariya darayî ya ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo esnafên ku dikanên wan di şewata Bazara Çelê de ziyan dîtibûn, wê îro bê dabeşkirin.
Parêzgarê Duhokê Elî Tatar destnîşan kir ku beriya Cejna Qurbanê wê hemû esnafên ku dikanên wan di şewata Bazara Çelê de ziyanê dîtine bigihîjin alîkariya darayî ya ku ji bo wan hatiye dabeşkirin û wiha got: "Alîkariya vê carê cuda ye û wê ziyana ku gihîştiye esnafan hinekî telafî bike."
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Serokwezîrê Kanadayê ji bo vemirandina agir alîkariya navdewletî xwest
26 trm 2024
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin