Kesek bi gumana sewata li Los Angelesê hat binçavkirin
PeyamaKurd – Li bajarê Los Angeklesê yê eyaleta Californiaya Amerîkayê, lesê ku tê gumankirin di yek ji şewatên li bajêr de tiliya wî heye heye bi îdiaya şewatê hat binçavkirin.
Di daxuyanîya ku ji teref rayedaran ve hat dayîn, hat diyarkirin ku têkildarî şewatên din ên li herêmê îhtîmal heye ku bên lêkolînkirin.
Li Los Angelesa ku şewat lê didomin, bi şev li hin deverên bajêr qedexeya derketina derve hat ragihandin. Li gorî qedexeyê, li hemû qadên derketina derve dê di navbera saet 18:00an êvarê û 06:00ê sibê de qedexeya derketina derve bê tetbîqkirin. Berpirsê eyaleta Los Angelesê Robert Luna di îfadeya xwe de weha got: "Hûn nikarin li van herêman bin. Heke hûn bên dîtin, hûn ê bên binçavkirin."

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin