14 welatên Yekîtiya Ewropayê dîplomatên Rûs diqewirînin

26 adar 2018 20:56
14 welatên Yekîtiya Ewropayê dîplomatên Rûs diqewirînin

PeyamaKurd - Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê  Donald Tûsk ragihand ku, "14 welatên Yekîtiya Ewropayê biryara dersînorkirina dîplomatên Rûs da."

Piştî krîza kuştina sîxurê dualî di navbera Brîtanya û Rûsyayê de, piraniya welatên Yekîtiya Ewropayê û Ûkraynayê jî biryar dan ku dîplomatên Rûs dersînor bikin.

Piştî ku Almanyayê ragihand ew 4 dîplomatên Rûs dersînor dikin, Polonya û Fransayê jî diyar kirin ku 4, Çekyayê jî destnîşan kir ku 3 û Ûkraynayê jî ragihand ku 13 dîplomatên Rûs dersînor dikin.