Borrell wê ji bo Ukraynayê bang li welatên Yekîtiya Ewropayê bike
PeyamaKurd – Serokê dîplomasiya Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell diyar kir ku ew ê li Konseya Wezîrên Karên Derve û Parastinê yên Yekîtiya Ewropayê banga berdewamiya piştgiriya Ukraynayê bikin.
Nûnerê Bilind ê Polîtîkayên Derve û Ewlekariyê yê Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell ku di çarçoveya serdana fermî de li Kîeveya paytexta Ukraynayê ye got ku ew ê di civînên Konseya Wezîrên Karên Derve û Parastinê yên Yekîtiya Ewropayê (YE) yên ku dê di 18-19ê Mijdarê de bên lidarxistin de banga berdewamiya piştgiriya Ukraynayê bikin.
Borrell diyar kir, “Hefteya bê ez ê civîna konseya wezîrên derve û berevaniyê yên welatên Yekîtiya Ewropayê li dar bixim. Ukrayna wê bibe yek ji mijarên sereke; ji bo wezîran piştgiriya dîplomatîk, parastin û ewlehiyê jî tê de. Ez ê bibêjim ku divê piştgirî bidome, nemaze di vê dema krîtîk de."
Borrell tekez kir ku hîn zû ye ku meriv li ser niyeta rêveberiya Trump a di derbarê alîkariya ji Ukraynayê re dadbar bike û got, "Wek Ewropî, me bi Ukraynayê re peymanên ewlehiyê îmze kir ku hîn jî derbasdar in. Bê guman hê zû ye ku meriv pêşbîniyan bike ka rêveberiyek ku hêj dest bi wezîfeyê nekiribe wê çi gavan bavêje, ez ê texmînan nekim. Ez tenê dikarim bibêjim ku sozên me derbasdar in.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin