10.624 kes ji Ûkraynayê derbasî aliyê Romanyayê bûn

25 sibat 2022 22:34
10.624 kes ji Ûkraynayê derbasî aliyê Romanyayê bûn

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Romanyayê Lucian Bode ragihand ku di nav 24 sietên dawiyê de ji Ûkraynayê 10.624 kes derbasî Romanya bûne.

Bode, ragihandina xwe di civîna çapemeniyê de kir û got ku ji wan koçberan 3.660 kes çûne Bûlgaristanê û 3.660 kes jî çûne Macaristanê. Tenê 11 kes seredana multecîtiyê ji bo Romanyayê kirine.

Bode got ku Romanya ji bo sînorên xwe zexm bike û karibe kotrol bike tedbîrên xwe sitendiye.