1ê Gulanê û Taksîm: 30 kes hatin desteserkirin

01 gulan 2024 16:36
1ê Gulanê û Taksîm: 30 kes hatin desteserkirin

PeyamaKurd - Li parêzgehaa Stenbolê ya Tirkiyeyê, di çalakiyên 1ê Gulanê Roja Karker û Kedkaran a Cîhanê de, di navbera polês û komên çepgir ên ku dixwazin li Qada Taksîmê 1ê Gulanê pîroz bikin de alozî derket. De pevçûnan de 30 kes hatin desteserkirin.

Hikûmeta  AKPartiyê îsal jî destûr neda ku 1ê Gulanê li Qada Taksimê bê pîrozkirin.

Li Stenbolê gelek endam û nûnerên sazî, komele, sendîka û partiyan ji bo pîrozkirina 1ê Gulanê berê xwe daye Qada Taksimê, lê belê hêzên ewlehiyê Qada Taksimê dorpêç kirin û rê nedan ku derbazî Qada Taksîmê bibin.

Gelek endam û nûnerên rêxistinên sivîl ji bo ku ber bi Taksimê ve bimeşin li Kolana Barbarosê ya navçeya Beşîktaşê kom bûn.

Polîsan rê li ber wan kesan girt û di navbera wan û koman de pevçûn derket. Di encama pevçûnan de 30 kes desteserkirin.