Şêx Murşîd el-Xeznewî çend saetan piştî girtina wî li Balafirgeha Emanê hate ber

13 gulan 2026 22:59

Li gorî nûçeyan, desthilatdarên Urdunê li Balafirgeha Emanê, li ser daxwaza Hikûmeta Demkî ya Sûriyê, Şêx Murşîdê Xeznewî girtin, da ku rê li ber beşdarbûna wî di mîtînga girseyî ya kurdên ku ji bo Pêncşemê 14ê Gulanê, ji bo bîranîna Roja Zimanê Kurdî ya ku dikeve 15ê Gulanê, hatibû plankirin, bigirin.

Şêx Murşîd Xeznewî hat berdan
Fotoğraf: RûpelNews

RûpelNews - Rêveberiya Konferansa Îslamî ya Demokratîk a li Rojava ragihand ku ji êvara Sêşemê 12ê Gulanê ve têkiliya bi Şêx Murşîdê Xaznewî re qut bûye, û ev yek fikarên li ser çarenûsa wî zêde dike.

Çalakvan û welatiyên kurd bang li hikûmeta Urdunê kirin ku çarenûsa Şêx Murşîdê Xeznewî eşkere bike.

Çend saetekê di bin çavan de ma

Şêx Murşîdê Xeznewî çend saetan piştî girtina xwe hat berdan û çalakvanan dubare kirin ku ew red dikin ku bi ti tedbîrên ku li dijî kesayetiyên kurd tên armanckirin an jî çalakiyên têkildarî doza kurdan li Sûriyê sînordar dikin, hevkariyê bikin.

Hêjayî gotinê ye ku Şêx Murşîdê Xeznewî xwediyê hemwelatiya ducarî ya Sûrî û Swîsê ye. Ew kurê rehmetî Şêx Mihemed Ma'şûq Xeznewî ye, ku di sala 2005an de ji aliyê rejîma berê ya Baasê ve hatibû revandin, berî ku cenazeyê wî bi nîşanên êşkenceyê were dîtin, ji ber helwesta wî ya piştgiriya doza Kurdan, bi taybetî jî helwesta wî ya li ser bûyerên 12ê Adara 2004an li Qamîşloyê.