Taybet- Ji bo zimanê kurdî destpêkek nû: Federasyonê Kursên onlayn vedike

08 Temmuz 2026 01:04

Di kongreya xwe ya yekem de ku li bajarê Düsseldorfêa Almanyayê bi beşdariya 200 zimanzan, akademîsyen, mamoste û siyasetmedaran pêk hatibû, Federasyona Zimanê Kurdî ya Navdewletî rêveberiya xwe ya nû hilbijart; di hilbijartinê de Mem Dogala bi wergirtina 6 dengan ji 8 dengan, careke din ji bo maweya sê salan wekî berpirsê federasyonê hat destnîşankirin.

Taybet- Ji bo zimanê kurdî destpêkek nû: Federasyonê Kursên onlayn vedike
Foto: Mem Dogala / RûpelNews

RûpelNews - Federasyona Zimanê Kurdî ya Navdewletî ku di 6ê Tîrmeha 2024an de li Kölnê hatibû avakirin, di demeke kurt de bi rêya 35 saziyên perwerdeyê gihiştiye hezaran xwendekarî û tora xwe ya cîhanî bi hemahengiya Wezareta Perwerdeyê ya Herêma Kurdistanê berfireh kiriye. Federasyon, armanc dike ku di dema 2027-2028an de bi avakirina lijneyên nûneratiyê yên herêmî li hemû welatên ku dîasporaya kurd lê dijî, xebatên xwe yên akademîk li ser bingehekî stratejîk bimeşîne.

Di rêveberiya nû de ku nûnerên ji çar parçeyên Kurdistanê yên bi rêya hilbijartinê hatine diyarkirin cih digirin, xebatên li ser dîjîtalkirina zimanê kurdî, standardîzekirina ziman di platformên teknolojiya modern de û amadekirina materyalên nûjen ên perwerdeyê ji bo zarokên li dîasporayê, wekî pêşîniyên sereke hatine destnîşankirin. Federasyon, bi vê hişmendiya kolektîf hewl dide ku zimanê kurdî ne tenê wekî ders, lê wekî pira sereke ya di navbera nifşên niha û yên bê de zindî bihêle.

Ev dezgeha hanê ku komele, dibistanên ziman û gelek zimanzanên xwedî bandor di bin sîwana xwe de kom dike, deriyê xwe ji her pêşniyar û tevkariyeke akademîk re vedike da ku qada zimanê kurdî li asta navdewletî berfireh bike. Federasyonê herwiha ji bo kesên ku dixwazin bi awayekî profesyonel fêrî kurdî bibin,  derfetên dersên online pêşkêş dike; derbarê vê pêvajoya girîng û projeyên pêşerojê de, Serokê Federasyonê Mem Dogala, ji koordinatêrê RûpelNewsê Emin Aba re xivî û behsa hurgilê û zanyariyên girîng kir. 


Foto: Mem Dogala û Emin Aba / RûpelNews

Hilbijartin û bernameya pêşerojê

Emin Aba: Cenabê te dubare wek berpirsê Federasyona Zimanê Kurdî ya Navdewletî hate hilbijartin. Gotin û hestên te çi ne? Bernameyek çawa di pêşiya ekîba te de ye?

Mem Dogala: Pêşî dixwazim spasiyên xwe pêşkêşî RûpelNews bikim ku ev derfet da min da ku ez xebatên xwe bi xwendevanên hêja re parve bikim. Derbarê pirsa we de; dubare bi erka berpirsyariya Federasyona Zimanê Kurdî ya Navdewletî hatim hilbijartin, ji bo min hem rûmetek mezin e û hem jî berpirsyariyeke giran e. Baweriya ku desteya birêvebir û endamên federasyonê bi min anîne, hêzeke zêde dide min da ku em xebatên xwe yên di bin banê federasyonê de xurttir bikin. Hestên min tijî hêvî ne; ji ber ku me dît di kongreya me ya li Düsseldorfê de piştevanî û yekîtiyeke çawa derket holê. Di derbarê bernameya me ya pêşerojê de; em ê xebatên xwe li ser bingehekî stratejîk bimeşînin. Armanca me ya sereke ya ji bo dema 2027-2028an, avakirina lijneyên nûneratiyê yên herêmî ye li her welatê ku dîasporaya me lê dijî. Wekî din, divê tekez bikim ku bername û karên me yên akademîk dê bi hevkariya lijneya birêvebir û bi nirxandina pêşniyarên endamên me bên diyarkirin. Em bawer dikin ku pêşveçûna zimanê me bi hewldanên şexsî pêk nayê, belkî bi aqlê hevpar, bi yekbûna hêzê û bi xebateke kolektîf a domdar gengaz e. Ji ber vê yekê, deriyê me ji her pêşniyar û tevkariyeke ku dê qada zimanê me ya akademîk berfireh bike re vekirî ye. Di vê çarçoveyê de, em ê li ser projeyên dîjîtalkirina zimanê Kurdî, xurtkirina materyalên perwerdeyê ji bo zarokên me yên li dîasporayê û standardîzekirina ziman di platformên teknolojiya modern de, bi awayekî lezgîn û bi biryar bimeşin.

Mîsyon û girîngiya federasyonê

Emin Aba: Di serî de girîngiya ev dezgeha hanê çi ye hûn çi xizmetê ji bo zimanê kurdî didin?

Mem Dogala: Federasyona Zimanê Kurdî ya Navdewletî ne tenê dezgeheke îdarî ye, belku xwedî mîsyoneke bilind a neteweyî ye. Em li ser asta navdewletî kar dikin da ku zimanê kurdî di warên akademîk, perwerdehî û dîjîtal de biparêzin û geş bikin. Girîngiya me ya sereke ew e ku em çanda kurdî li diyasporayê di çarçoveya netewebûnê de biparêzin. Em di warê perwerdehiyê de kargeriya xwe bi rêya amadekirina bernameyên xwendinê û perwerdekirina mamosteyan dikin. Armanca me ew e ku zimanê kurdî wekî pira sereke ya di navbera nifşên niha û yên bê de zindî bihêlin û hişmendiyeke kûr a Kurdistanî di nav nifşên nû yên li derveyî welat de biafirînin.

Endamtiya dezgehê û pêvajo

Emin Aba: Çend sazî an kes girêdayî we ne? Ji bo tevlîbûn û endambûna dezgeha we, çi proses divê bên şopandin?

Mem Dogala: Federasyona me wekî sîwanekê, komele, saziyên çandî, dibistanên ziman û bi sedan kesayetên xwedî bandor, mamoste û zimanzanan li dora xwe kom dike; mînakên wan Komeleya Newroz, Komeleya Hêvî, Komeleya Rojlux û gelek saziyên din in. Hijmara endamên me bi berdewamî di zêdebûnê de ye. Her saziyeke ku armancên wê bi xebatên me re hevbigire, dikare bi serlêdana fermî û pêşkêşkirina dokumentên pêwîst ên saziyê beşdarî federasyonê bibe. Piştî lêkolîna desteya me ya rêvebir û erêkirina wê, ew sazî dibin parçeyek ji vê xebata neteweyî ya berfireh.

Girîngiya kongreya li Almanyayê

Emin Aba: Cihê kongreyê çima Almanya bû? Girîngiya kongreyê çi bû?

Mem Dogala: Almanya ji bo kurdên diyasporayê navendeke stratejîk e; pirtirîn rûniştevanên kurd li wir dijîn û ji bo hatina nûnerên me ji gelek welatan, Almanya cihê herî guncaw bû. Girîngiya vê kongreyê di wê yekê de bû ku me karî nûnerên dibistanan, zimanzan, fîlolog û kesayetên akademîk bînin cem hev. Di kongreyê de me ne tenê dahatûya zimanê kurdî gotûbêj kir, belku desteya me ya rêvebir bi awayekî zelal û demokratîk hat hilbijartin. Ev kongre nîşana yekgirtina me û xebata me ya sîstematîk e ku li gorî destûra me her sê salan carekê tê dubare kirin.

Şîretên ji bo fêrbûna zimanê zikmakî

Emin Aba: Ji bo fêrbûn û pêşxistina zimanê kurdî çi şîret û pêşniyarên te hene? Bi taybet ji bo nifşên nû ku zimanê xwe yê zikmakî bi kar nayînin çi lazim e bê gotin?

Mem Dogala: Ziman di malê de dest pê dike. Rola dayik û bavan herî girîng e; divê zimanê kurdî li malê bibe zimanê jiyana rojane. Ger zarok di malê de bi kurdî biaxivin, ew ê pêwendiya wan bi nasnameya wan re her zindî bimîne û ew ê ji axaftina bi zimanê xwe ne sil û ne jî şerm bikin. Ji bo nifşên nû, pêşniyara min ew e ku ew zimanê kurdî ne tenê wekî ders, belku wekî beşek ji nasname û hebûna xwe bibînin. Em wekî federasyon amade ne bi her awayî piştgiriyê bidin wan da ku ew bi rêya materyalên nûjen, çîrok û berhemên edebî bi zimanê xwe ve bên girêdan. Ziman hebûna me ye, parastina wî parastina hebûna me ye.

  • Çawa hûn dikarin xwe fêrî zimanê kurdî bikin?

  • Emin Aba: Zarokek Kurd ku nizane bi kurdî biaxive, çawa dikare xwe bigihîne we ji bo fêrbûna zimanê xwe? An dayik û bavên ku bi xwe jî nizanin bi kurdî, wê çawa xwe bigihînin saziyên we da ku him zarokên wan him jî ew bixwe xwe bikarin xwe fêrî zimanê kurdî bikin? An jî kesek biyanî ku dixwaze xwe fêrî kurdî bike divê çi bike?

Mem Dogala: Ji bo peywendîkirin û tomarkirina her kesê ku dixwaze fêrî zimanê kurdî bibe, çi zarokên kurd bin ku bi zimanê xwe nizanin, çi dê û bavên wan bin, an jî kesên biyanî bin, pêvajoya destpêkê bi rêya têkiliyeke rasterast dimeşe. Her wiha, kesên ku dixwazin xwe tomar bikin, dikarin bi rêya hejmara telefonê ya destnîşankirî (0046 723262404) bi me re têkiliyê deynin. Piştî têkiliyê, karûbarên tomarkirinê ji aliyê saziyê ve bi awayekî fermî tên meşandin. 

Ev xizmeta fêrbûnê bi awayekî onlayn û bi şêwazekî dîjîtal ê pêşketî tê pêşkêşkirin. Ji ber vê yekê, ne zanîna kurdî û ne jî dûrbûna cografî asteng in; her kes ji her derê cîhanê dikare xwe bigihîne van kursan. Ji bo ku bala xwendekaran (bi taybetî ya zarokan) bêtir were kişandin û pêvajoya fêrbûnê bibe sedema kêfxweşiyê, di nav dersan de çalakiyên balkêş tên lidarxistin. Ev kar bi temamî ji aliyê mamosteyan zîrek û pîspor  ve tê birêvebirin.

Emin Aba: Polên an dersxanên kursan çend kesîne? We heta niha nêzîkî çend kesan mezun kirine û çend kur an sewiyeyên kursan hene? 

Mem Dogala: Her kursek ji 4 astan pêk tê: Alfabeya Kurdî, Destpêk, Navîn û Pêşketî. Ji bo ku asta perwerdeyê baş û bilind bimîne, di her polê de bêtir ji 50 kesan nayên wergirtin. Heta niha zêdetir ji 3000 xwendekarî sûd ji kursên me wergirtiye.

Emin Aba: Heqê kursan çiqas in? 

Mem Dogala: Kursên me bêberamber in û sertîfîka ji alîyê wezareta perwerdeyê ya Herêma Kurdistanê ve tê dayin.

Foto: Endam û rêvebirên Federasyona Zimanê Kurdî ya Navdewletî / RûpelNews - Düselldorf