Zilma Tirkan li Efrînê berdewam e
PeyamaKurd - Li gorî jêdereke agahdar li Efrînê Apê Mamo ji gundê Çobana Çiyê ye û hêzên li Efrînê lê xistine.
Destê Apê Mamo di avakirina xaniyên gelek gundan de heye. Ew 90 salî ye û xwedî navûbangeke pak û bilîmet e. Gelek alîkariya xelkê kiriye ta ku bibin xwedî mal û avahiyên rêk û pêk û jiyaneke xweş û serbest.
Lê Apê Mamoyê 90 salî ku bi dirêjahiya temenê xwe herdem di xizmeta gelê xwe de bûye, rindî û başî û hevkarî bi xelkê xwe re kiriye, ji aliyê dagirkerên Efrînê ve rastî lêdanê hatiye û tiştên mala wan tev hatine dizîn.
Hêjayî gotinê ye ku piştî dagîrkirina Efrînê ji aliyê Tirkiyê û komên çekdar ên ser bi muxalefeta Sûrî ve, tevahiya emlakên xelkê dest bi serkirine û xelkên resen ên Efrînê ji mafên wan bê beş kirine û rojane kuştin û lêdan û dizîn û binpêkirina mafên mirovan tên kirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin