Zerîf: Îran û Iraq du stûnên qahîm in

09 adar 2019 23:25
Zerîf: Îran û Iraq du stûnên qahîm in

PeyamaKurd - Wezîrê Karên Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf dibêje Iraq û Îran du stûnên qahîm ên ewlehîyê ne li Kendava Farsê û Rojhilata Navîn.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf îro di konfiransa ji aliyê Nuneratîya Tevgera Hikmeya Iraqê li Îranê hat lidarxistinê de got: “Navçe bêyî Îran û Iraqê rûyê ewlehî û aramîyê nabîne. Ez hêvî dikim ku bi hereketa nû ya ku bi fereseta rayedarên Iraqî destpê bûye em bikaribin pêşda herin, pêşdaçûna ku Iraqîyan vê dawîyê destpê kirine ew e ku me kom û hevalbendî hene ku hemî etnîk û tayfeyan digirin ber xwe.”

Hêjayî gotinê ye ji sala 2014an ve rêxistina terorê DAIŞ li Iraqê ye û bi dawî nebûye. Herwiha Komara Îslamî ya Îranê jî tûşî qeyraneka mezin a aborî û siyasî bûye. Gotinên Zerîf bereksê rewşa herdu welata ne. Li herdû welatan ne aramî û ne jî ewlehî heye.