Zerîf: Hewldanên Trump ên bo rêkeftina welatên Ereb li gel Îsraîlê bo serketina hilbijartina ye
PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf hewldanên Donald Trump ên bo rêkeftina di navbera Îmarat û Behreynê li gel Îsraîlê, weke armanca di hilbijartina Serokatiya Amerîka de ser bikeve bi nav kir.
Li gor Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf li ser tora xwe ya civakî twitterê de diyar kir, Donald Trump bi awayekî neçarane, di dû wêneyekî ji bo helbijartinê de ye.
Zerîf da zanîn: ''Zavayê Trump li gel mûşteriyên Amerîkayê yên Ereb, li herêmê pê re wêneyekî bikşînin ew neçar kirin. Lê Peymana Aştiyê ne di navbera dijminan de, di navbera hevpeymanan de hate îmzakirin. Çi pêşketineke dîplomatîk a mezin e. Li benda yên li dû wê jî bin.''

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin