Trump: Em plana xwe ya Îranê ji welatên Kendavê re nabêjin
01 sibat 2026 08:24
Serokê Amerîkayê Donald Trump, di weşana Fox Newsê de diyar kir ku ew planên xwe yên derbarê Îranê de bi hevalbendên xwe yên li herêma Kendavê re parve nakin.
Donald Trump got: "Vegotina planê dibe ji bo wan xirab be, dibe ku hê xirabtir be jî."
Trump bal kişand ser keştiyên şer ên ku ber bi herêmê ve diçin û destnîşan kir ku heke Îran ji bo muzakereyê rûnê dê binêrin ka çi dibe, naxwe dê encamên cuda derkevin holê.
Herwiha Trump derbarê girtina hikûmetê ya ji ber pirsgirêka budçeyê de jî anî ziman ku ew hêvî dike her tişt baş bibe û Demokrat berpirsyariya xwe bînin cih.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Îranê bi daxuyaniyekê plana kustina John Bolton red kir
11 tbx 2022
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin