Zerîf: Êrîsa ser Îranê wê bibe sedema serekî giran li herêmê
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Îranê Muhammed Cewad Zerîf ragihand ku êrîşa li ser Îranê wê bibe sedema şerekî giran li herêmê.
Zerîf di hevpeyvîna ligel CNNê de, behsa metirsiya êrîşa Amerîkayê bo ser Îranê kir û da zanîn heger Amerîka êrîşî Îranê bike wê şerekî giran li herêmê derkeve û wê ew şer li her deverê belav bibe.
Zerîf got ku ew bi eşkereyî dibêjin, ne ligel şer in û şer naxwazin. Lê belê heger êrîş werin ser welatê wan ew ê serweriya welatê xwe biparêzin.
Ev duxayuniyên Cewad Zerîf piştî ku berpirsên Erebîstana Siûdî û Amerîkayê Îran weke berpirsê êrîşên ser navenda neftê ya Aramcoyê dîtin, hatin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump gotibû bi têra xwe sedem hene ku em bizanin kî li pêş wê êrîşê ye. Niha em li benda Siûdî ne ku ji wan bibîhisin bi bawerîya wan kê ew êrîş pêk anîye. Li gor bersîva wan em ê pêngavên xwe bavêjin.
Li gor hin nûçeyên medya Amerîkayê, êrîşa ser Aramcoyê bi balafirên bêmirov hatiye encamdan û fermana êrîşê jî Elî Xamaneyî daye.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin