Zêr her diçe dadikeve
Bihayê onsê zêr daket bin 4 hezar û 200 dolarî û gihîşt asta xwe ya herî nizm a ji 23ê Adarê ve. Di heman demê de bihayê gramek zêr jî daket nêzîkî 6 hejar û 200 lîrayan.
RûpelNews -
Ji ber sedema aloziyên li Rojhilata Navîn, daketia bihayê zêr berdewam dike.
Piştî ku Amerîka û Îranê ji nû ve li dijî hev êrîş dan destpêkirin, bihayê zêr daket bin 4 hezar û 200 dolarî ji bo onsê û daket asta xwe ya herî nizm a ji 23ê Adarê ve.
Bihayê zêrê îro roj bi 4 hezar û 255 dolarî ji bo her onsê vekir. Di nava rojê de, bihayê wê daket 4 hezar 173 dolarî û bilind bû heta 4 hezar û 257 dolarî. Ew niha bi 4 hezar û 174 dolarî tê firotin.
Bihayê zêrê gramî destpêka rojê 6 hezar û 316 lîreya Tirkî bû. Di nava rojê de, zêrê gram daket asta herî nizm a 6 hezar û 189 lîreya Tirkî û bilind bû heta 6 hezar û 316 lîreya Tirkî. Zêrê gram niha bi 6 hezar 204 lîreya Tirkî tê firotin.
