Bihayê zêr dadikeve
Di destpêkê vekirina bazarê de nixrê zêr daket. Misqalek zêr vê sibehê bi 6 hezar û 169 lîreyan tê firotin.
RûpelNews - Duh bihayê misqalek zêr bi rêjeya ji sedî 0.61 zêde bûbû û li ser 6 hazar û 205 lîreyan girtibû, lê vê sibehê bihayê wê bi qasî ji sedî 0.6 kêm bû. Di heman demê de, bihayê zêrê çarêk 10 hezar 155 lîre ye, dema ku zêrê Cumhurî bi 40 hezar û 305 lîreyan tê firotin.
Li bazarên navneteweyî, bihayê zêrê her onsê 4 hezar û 049 dolar e, ku ji sedî 0.7 kêm bûye.
Li gorî pisporan, rawestandina şer û aloziyan di navbera Amerîka û Îranê de li Rojhilata Navîn, ligel helwesta biîhtiyat a veberhêneran beriya biryara rêjeya faîzê ya Federal Reserve a DYAyê (Fed) ku dê sibê were ragihandin, zexteke li ser bihayên zêrê çêdike.
Digel ku bazar li bendê ne ku Fed rêjeyên faîzê di rewşa heyî de bihêle, hêviyên ku banka dê wekî beşek ji têkoşîna xwe ya li dijî enflasyonê polîtîkaya xwe ya diravî ya tund bidomîne jî, dibin sedema kêmbûna nirxa zêr.
Di vê navberê de, Serokê DYAyê Donald Trump diyar kir ku rêjeyên faîzê yên heyî bilind in û lê zêde kir ku divê DYA xwedî yek ji rêjeyên faîzê yên herî nizm ên cîhanê be.
Analîst destnîşan dikin ku îro ti daneyên girîng ên navxweyî nayên weşandin, lê li derve, daneyên aborî yên ku dê li DYAyê werin weşandin û geşedanên beriya biryara Fedê dê di diyarkirina arasteya bazarê de biryarder bin.
