Zelensky: Rûsya ji astiyeke adil re ne amade ye!

17 hezîran 2024 11:29
Zelensky: Rûsya ji astiyeke adil re ne amade ye!

PeyamaKurd – Serokê Ukraynayê Vladimir Zelensky piştî Konferansa Aştiyê ya Ukraynayê ya li Swîsreyê di civîna çapemeniyê de axivî. Zelenski got, "Rastî ev e ku Rûsya û serkirdayetiya Rûsyayê ji bo aştiyeke adil ne amade ne."

Konferansa Aştiyê ya Ukraynayê ku doh li Swîsreyê destpê kiribû, bi dawî bû. Serokê Ukraynayê Vladimir Zelenski piştî konferansa ku li kompleksa tûrîzmê ya Bürgenstock a li nêzî Gola Çar Kantonan hat lidarxistin û zêdetirî 90 welat û rêxistinên navneteweyî beşdar bûn civîneke çapemeniyê li dar xist.

Serokdewletê Ukraynayê Vladimir Zelenskî diyar kir ku eger Rûsya ji tevahiya axa Ukraynayê vekişe, ew amade ne sibe li ser maseya muzakereyên aştiyê rûnin û got, "Lê ya rast ev e ku Rûsya û rêveberiya Rûsyayê ji aştiyeke adil re ne amade ne."

Zelenski bi îdiaya ku Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn şer bi dawî nayne, got ku divê "bi her awayî" bi rêyên dîplomatîk û leşkerî ve pêşî li Putin bê girtin.

Rêberê Ukraynayê amaje bi wê yekê jî kir, ku alîkariyên leşkerî yên Rojava têra serkeftina şer nakin û ji aliyê din ve jî got ku eleqeya ku li konferansa aştiyê hatiye nîşandan nîşan dide ku di piştevaniya Ukraynayê de lawazbûn nîne.

"Ez bawer dikim ku Çîn dikare alîkariya me bike"

Zelenskî diyar kir ku ew dixwazin Çîn di bidawîkirina şerê navbera Rûsya û Ukraynayê de roleke mezintir bilîze. Zelenskî xîtabî Çînê kir ku ji ber ku Rûsya nehat vexwendin beşdarî konferansê nebû û wiha got: “Ez bawer dikim ku Çîn dikare alîkariya me bike. Ji ber vê yekê, ez pir dixwazim hin pêşniyarên ku ji hêla Çînê ve têne çêkirin van rojan bibînim."

Zelenskî bal kişand ser wê yekê ku Ukraynayê tu carî Çîn wekî dijminê xwe pênase nekiriye, Zelenski di bersiva pirsekê de ku gelo ew Çînê wekî dost dibînin got: "Li gorî min di demên dijwar de heval alîkariya hev dikin. Ez dixwazim ku Çîn bibe dostê Ukraynayê. Em piştgiriya yekparçeyiya axa Çînê dikin û heman tiştî ji Çînê hêvî dikin."