Zelenski: Ez bi Îranê ne bawerim, balafira me xistin û înkar kirin
PeyamaKurd – Serokê Ûkraynayê Zelenski ji bo bi Rûsya re hevdîtin destpêbikin, şertekî danî ber Rûsyayê û got:
“Bila ji ser axa me derên û dagerin ser sînorê sala 1991an ku di asta navdewletî de hatiye qebûlkirin. Paşî em ê bêjin di kîjan formatê de û bi kê re muzakereyan bikin. Ew terorîstin. Ez henekan nakim. Ji ber tirsonekin di meydana şer de nikarin tiştekî bikin û sîvîlan dikujin.”
Li ser mijara ku Îran balafirên bê ajotvan dide Rûsyayê, Zelenski ji bo çapemeniya Kanadayê weha got:
“Di demên dawiyê de Rûsya bi balafirên Kamîkazî yên ku ji Îranê kirîne, bi wan êrîşan anîn ser bajarên me. Ji ber desteka Îranê, ez bi wan bawer nînim. Divê em li hemberê derewan xwe biparêzin. Ez weka kesekî, bi Îranê bawer nînim. Ez ne behsa xelkê Îranê dikim. Ez behsa rêvebiriya Îranê dikim.”
Zelenski, behsa balafira Ûkraynayê ya ku Îranê di sala 2020an de xistibû kir û got ewilî rejîma Îranê red kir ku balafirê xistiye û paşî qebûl kir.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin