Zêbarî: ?Heta dawiya vê mehê emê li benda YNKê bin

14 adar 2019 20:13
Zêbarî: ?Heta dawiya vê mehê emê li benda YNKê bin

PeyamaKurd - Endamê Polîtboruya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), Hoşyar Zêbarî ragihand, wek PDK ew dixwazin heta dawiya vê mehê hikûmet were pêkanîn û wan ev peyam gihandiye Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) . Zêbarî got, ji bo parvekirina postên kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, komîteyên danûstankar ên PDKê û YNKê dê dest bi gotûbêjan bikin.

Hoşyar Zêbarî şeva Çarşemiyê 13ê Adarê beşdarî bernameya Rûdawê TVyê, beşdariya YNKê di hikûmetê de giring e û PDKê berî ku serdana aliyên din bike, serdana YNKê kiriye. Zêbarî tekez kir, armanca PDKê ew e ku YNK bi serbilindî beşdariyê di pêkanîna hikûmetê de bike.

Wî endamê şanda danûstandkar a PDKê diyar kir ku PDK dixwaze him YNK û him Goran pêkhênerên sereke yên hikûmeta nû bin û got, lê belê dema pêkanîna hikûmeta nû nevekirî ye.

Hoşyar Zîbarî daxwaz ji Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê kir heta dawiya meha Adarê li gel PDKê bigihe rêkeftina dawî û beşdariyê di kabîneya nû ya hikûmetê de bike.

Endamê Polîtboruya PDKê, Hoşyar Zêbarî herwiha got, wan weke PDKê nexşerêya xwe ji YNKê re eşkere kirine û ji YNKê re gotine ku PDK bi pêwîst dibîne ku wezaretên Navxwe û Çavkaniyên Xwezayî, Tendirustî û Şarederiyê ji PDKê re bin..

Endamê şanda danûstandkar û endamê polîtboruya PDKê destnîşan kir, di hemû sektoran de, çi serbazî, darayî û xizmetguzarî de be, wan pêşniyara wergirtina postan li YNKê kirine.

 

Hoşyaz Zêbarî got, YNK dikare nûnerên xwe ji bo fermangeha peywendiyên derve destnîşan bike û Wezarta Pêşmerge û Wezareta Aborî û Darayî jî werbigir.

Zêbarî behsa daxwazên YNKê jî kir û ragihand: “Guhertin di daxwazên YNKê de çê bibûn ku çê dibe gotûbêj li ser hemûyan bê kirin. Yek ji wan ev bû ku çima PDKê posta serok li parlamentoyê ji YNKê re destnîşan kiriye, me  jî ji wa re got, eger hûn naxwazin em dê fikrê lê bikin û bi posteke din we qerebû bikin, Wan jî got dibe ku Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê hebe, herwiha li ser wezaretan jî têbîniyên wan hebûn.”

 

Derbarê serdana xwe ya bo Bexdayê de. Di derbarê peyama PDKê bo Berhem Salih de jî, Zêbarî got: “Peyama min ev bû, ku cenabê serokomar divê kêşeya xwe ya derbarê pêşwazînekirina li wî li Herêma Kurdistanê de tevlî pêkanîna Ji hukûmeta Herema Kurdistanê neke, çimku dem dê kêşeya cenabê te çareser dike. Her dema ku em jî hikûmet pêk anî, em dikarin serokatiyên Iraqê vexwînin vê merasîmê û cenabê te jî yek ji.