Aramco heta dawiya mehê hilberîna neftê dîsa zêde dike
PeyamaKurd - Kompaniya Aramco ya Erebistana Siûdî ku rastî êrîşê hatibû û bo demekê hilberîna petrolê rawestandibû,îro Înê ragihand ku ewê heta dawîya Îlonê hilberîna neftê ya ji qada Xurais dîsa bînin asta herî bilind.
Qada Xurais yek ji kargehên neftê ya Erebistana Siudî ye ku hefteya borî bûbû armanca êrîşên bi dronan.
Berpirsê giştî yê Aramco Fahad Abdulkerîm got ku ew şev û roj dixebitin ku kargehê jinûve vekin û wan ji Amerîka û Ewropa alavên nû anîne ku zirarên kargehê çêkin.
Kargeha Abqaiq û zevîyê neftê ya Xurais roja Şemîya borî bûbû armanca êrîşan.
Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo roja Pêncşemê gotibû ku ew piştî êrîşên ser kargehên neftê yên Erebistana Ssudî, koalîsyonekê ava dikin ku pêşî li gefên Îranê bigirin.
Rêvebirîya Amerîkayê hem ji êrîşên vê dawîyê yên ser kargehên neftê li Erebistana Ssudî û hem jî yên dijî gemîyên neftê Îranê berpirs dibîne.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin