Zêbarî: DAIS dixwaze li deverên derveyî Herêma Kurdistanê aloziyan derxe û xelkê koçber bike
PeyamaKurd – Di derbarê êrîşê DAIŞê de şîretkarekî serbazî yê Serokê Herêma Kurdistanê diyar dike, DAIŞ herî zêde li deverên Kurdistanî yên derveyî Herêma Kurdistanê çalakiyên terorîstî dikin.
Li gor şîretkarê serbazî yê Serokê Herêma Kurdistanê Babekir Zêbarî, li ser rewşa deverên Kurdistanî yên derveyî Herêma Kurdistanê ragihand, terorîstên DAIŞê niha herî zêde li deverên Kurdistanî çalakiyên terorîstî dikin, da ku aramiya wan deverên Kurdistanî aloz bikin û xelkê wan deveran bidin koçberkirin.
Herwiha Babekir Zêbarî destnîşan dikir, piraniya terorîstên DAIŞê sunnî û Iraqî ne û wan deveran jî baş nas dikin, ji ber wê jî bi kêfa xwe li wan deran çûnûhatinê dikin.
Şîretkarê Serokê Herêma Kurdistanê da zanîn, beşek ji terorîst û endamên DAIŞê, Erebên ku ji deverên başûrê Iraqê derbasî Kurdistanê hatine kirin û li wan deran hatine bicîhkirin, ji ber wê jî li hember Kurdan gelekî bi rik in.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin