Zarokê ku 4 meh berê hatibû revandin bi fîdyeyê hat berdan
PeyamaKurd – Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) bi zarê polîsê bajarê Derayê ragihandiye ku piştî dayîna fidyeyê zarokê revandî Fewaz Qitêfan piştî 4 mehan hat berdan û vegeriya nav malbata xwe.
Fewazê Qitêfan 8 salî ye ji meha Mijdara 2021ê ve ji aliyê komeke nenas ve li bajarokê Abtaa yê li parêzgeha Dera ya Sûriyê hatibû revandin.
Hat zanîn ku koma ew zarok revandibû, daxwaza fidyeya 500 milyon Lîreyên Sûrî kiribû.
SOHRê ragihand ku kesên Fewaz revandibûn piştî wergirtina vê fidyeyê ew berdane û vegeriyaye nav malbata xwe.
Televizyona fermî ya Sûriyê jî belav kiriye ku wê komê piştî wergirtina fîdyeyê Fewaz li ber dermanxaneyekê li bajarê Newa yê li gundewarê Derayê daniye û rewşa tenduristiya wî baş e.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin