Zarîf: Em û Amerîka girtiyên xwe bi hev biguhêrin
PeyamaKurd- Wezîrê karên derve yê Îranê Cewad Zarîf bo Amerîkayê teklîfa guhertina girtiyan bi hev kir. Li Îranê girtiyên Amerîkayî hene û li Amerîkayê girtiyên Îranî hene. Zarîf ragihand ku berê jî daxwaza guhertina girtiyan kiriye lê deng ji Amerîkayê nehatiye. Zarîf li Amerîkayê, li New Yorkê di rêxistina ramanî ya bi navê Asia Society de axaftina xwe kir û rexne li siyaseta Amerîkayê ya derve kir. Zarîf weha got:
“Ez teklîfa guhertina girtiyan datînim ser masê. Di vê mijarê de desthilatiya min heye û ez amade me. Em ê di firotina petrola xwe de Buhira Hurmizê weka rêyeka bi ewle bikarbînin. Lê Amerîka nehêle em vêya bikin û dînîtiyekî bike, divê xwe bide ber encamên wê jî.”
Zarîf ragihand ku ew dizanin Trump naxwaze bi Îranê re şer bike lê dixwaze bi zorê Îranê bîne ser maseya hevdîtinan û peymana ku dixwaze pê bide îmzekirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin