Yunanîstan: Penaber, ji Tirkiyeyê bi qaçaxî derbasî xaka me dibin

02 hezîran 2023 20:00
Yunanîstan: Penaber, ji Tirkiyeyê bi qaçaxî derbasî xaka me dibin

PeyamaKurd- Hêzên Ewlekariya Sînor û tîmên rizgarkirinê yên Yunanîstanê ragihand ku ji Tirkiyeyê kesên ku di nav wan de gelek zarok jî hene, di ser Çemê Merîçê re derbasî welêt bûne.

Li ser derbasbûna penaberan a bi qaçaxî, Berdevkê Hêzên Ewlekariya Sînor a Yunanîstanê ji radyoya Realê re axivî û diyar kir ku ji Tirkiyeyê 138 kes di ser Çemê Merîçê re ketine nav xaka Yunanîstanê.

Berdevk diyar kir ku di nav komê de 53 zarok û ciwanên di bin 18 saliya xwe de hene û îdia kir ku rayedarên Tirk ji bo pêşî li derbasbûna van kesan bi awayekî derqanûnî sînor bigirin, tu tiştekî nekiriye.

Radyoya Dewletê ya Yunanîstanê jî ragihand ku koma koçber ji aliyê polîsan ve li giraveke li aliyê Yunanîstanê Merîçê hatiye dîtin û ew birine herêmeke ewle.

Hikûmeta Yunanîstanê ji bo pêşî li hatina koçberên qaçax ji sînorê Tirkiyeyê bigire, dorpêça 35 kîlometirî ya li herêmê, dike 80 kîlometirî.