Rêxistina Mafên Mirova: Koma yekem a penaberan derbasî Girê Spî hatin kirin

13 gulan 2022 17:00
Rêxistina Mafên Mirova: Koma yekem a penaberan derbasî Girê Spî hatin kirin

PeyamaKurd – Li Rojavayê Kurdistanê plana dewleta Tirk a bicihkirina penaberên Sûrî li herêmên dagirkirî destpê kir. Rêxistina Mafên Mirova ya Efrîn-Sûriyê diyar kir, koma yekem a penaberan derbasî Girê Spî ya dagirkirî hatin kirin.

Rêxistina Mafên Mirova ya Efrîn-Sûriyê eşkere kir û got, koma yekem a ji 100 penaberî pêk tê derbasî Girê Spî hat kirin.

Li gorî hat ragihandin; penaber di dergeha Girê Spî ya dagirkirî re derbas bûne û ew jî ji parêzgehên Sûriyê; Hums, Heleb, Idilb, Dêra Zor û ji devera Xutaya Rojhilatî ne.