Yunanîstan, li derdora Tirkiyeyê masînên zirxî bi cih dike!
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku ji aliyê çavkaniyên ewlehiyê yên Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê (TSK) ve hatin ragihandin, Yunanîstanê maşînên xwe yên zirxî yên Amerîkayê, li derdora Tirkiyeyê bi cih dike.
Di agahiyên ku ji aliyê van çavkaniyan ve hatin dayîn de hat gotin ku li Egeyê, dema erka firînê ya IHAyan, tevgerek hatiye ferqkirin û hatiye dîtin ku 2 keştiyên aîdê Yunanîstanê, ber bi Midilli û Sisamê ve diçin.
Li ser dîmenên ku ji aliyê balafirên bêmirov ên TSKê ve hatine kişandin, hat ragihandin ku Yunanîstanê, li Egeyê gaveke ku dê rewşê aloz bike havêtiye û li Midilliyê 23, li Sisamê jî 18 maşînên zirxî bi cih kirine.
Di dewama agahiyan de hat eşkerekirin ku maşînên ji aliyê Yunanîstanê ve hatine bicihkirin, ew maşîn bûne ku Amerîkayê ji Dedeagaçê re şandine.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin