Yûnanistan: “Hevdîtin di asta bilind de bi Tirkiyê re destpêkirin”
18 îlon 2020 04:12
PeyamaKurd- Berdevkê hukumeta Yûnanistanê Stelyo Petsas ragihand ku di navbera Ankara û Atîna de di asta bilind de hevdîtin car din destpêkirin.
Stelyo Petsas got ku piştî Tirkiyê keştiya xwe ya sîsmîkê ji herêmê vekişand, hevdîtinên rast e rast di navbera her dû dewletan de car din destpêkirin. Hevdîtin li ser Rojhilatê Derya Sipi ye. Petsas got ku hevdîtin di navbera nûnerên serokwezîrê Yûnansitanê Kiryakos Mitsotakis û nûnerên serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan de tê kirin lê navên nûneran nehat dayîn.
Petsas ragihand ku dibe piştî 25 ê êlûnê, piştî civîna zîrweya serokan ya Yekîtiya Awrûpayê, di navbera Mitsotakis û Erdoğan de, hevdîtinekî rast e rast çêbibe.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Wezaretên berevaniyê yên Tirkiyê û Amerîkayê di asta bilind de civiyan
22 brf 2023
Jiyan
Yekem hevdîtina asta bilind a navbera Ûkrayna-Rûsya li Tirkiyê tê kirin
07 adr 2022
Kurdistan
Banka Navendî ya Tirkiyê rêjeya faîzê derxist asta herî bilind
23 mjd 2023
Kurdistan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin