Yekem hevdîtina asta bilind a navbera Ûkrayna-Rûsya li Tirkiyê tê kirin
07 adar 2022 20:29
PeyamaKurd – Piştî êrîşa Rûsya ya ser Ûkraynayê yekem danûstandina asta bilind a navbera hikûmeta Ûkrayna û Rûsyayê li Tirkiyê pêk tê.
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ragihand ku ew roja 10ê Adarê roja Pêncşema bê di Forûma Dîplomasiyê ya Antalya, ligel hemkarê xwe yê Rûsî Sergey Lavrov û Wezîrê Derve yê Ûkraynayê Dmitro Kuleba bicivin.
Li aliyê din Kuleba jî ev hevdîtin piştrast kiriye û gotiye, heger bizanina ku wê sûda wê ji proseya muzakereyan re hebe, helbet em hevdîtinê red nakin.
Piştî daxuyaniya Çavuşoglu Wezareta Derve ya Rûsyayê jî eşkere kir ku roja Pêncşemê di Forûma Antalya de hevdîtina wezîrên derve yên Rûsya û Ûkraynayê tê plankirin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Di navbera Amerîka û Çînê de "ragihandina asta bilind" wê destpê bike
17 mjd 2023
Jiyan
Tirkiye-Misir | Pistî 11 salan yekem serdana fermî ya asta bilind
18 adr 2023
Cîhan
Di navbera Mesûd Barzanî û Mazlum Abdî de hevdîtina dîrokî pêk hat
20 mjd 2025
Cîhan
Daxuyaniya yekem a eniya PKKê li ser hevdîtina DEM-Ocalan
31 brf 2024
Kurdistan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin