YSKê hejmara wekîlên parêzgehan diyar kir

03 adar 2023 16:59
YSKê hejmara wekîlên parêzgehan diyar kir

PeyamaKurd – Li gorî tabloya belavkirinê ya hejmara wekîlên parêzgehên di çarçoveya daneyên nifûsê yên Lijneya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyeyê (YSK) de, hejmara wekîlên Kocaelî û Sakaryayê yek zêde bû, parlamenterên Dêrsim û Bayburtê jî yek kêm bûn.

Di biryara YSKê ya ku di Rojnameya Fermî de hat weşandin de wiha hat gotin: Hat bibîrxistin ku piştî eşkerekirina encamên serjimariya giştî ya nifûsê di xala 5an a Qanûna Hilbijartinê ya Parlamenteriyê ya bi hejmara 2839an de, wê herî dereng di nava 6 mehan de navçeyên hilbijartinê û hejmara wekîlên ku ji aliyê her navendê ve bên dayîn bên eşkerekirin.

Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) di 31ê Kanûna Pêşiyê ya 2022an da agahiya herî dawî ya nifûsê eşkere kir û li gor parêzgeh û herêman 600 wekîl hatin belavkirin.

Li gorî vê yekê Enqere wê 36, Stenbol 98, Îzmîr 28 wekîlan hilbijêrin.

Li gorî tabloyê, wekîlên Kocaelî û Sakaryayê yek jê zêde bûn, parlamenterên Dêrsim û Bayburtê jî yek kêm bûn. Li Kocaeliyê hejmara wekîlan ji 13an derket 14an, li Sakaryayê jî ji 7an derket 8an. Hejmara wekîlên ku ji aliyê Dêrsim û Bayburtê ve hatin hilbijartin ji 2yan daket 1ê.

Parêzgehên din û cîgirên wan wiha ne:

"Adana 15, Adiyaman 5, Afyonkarahisar 6, Agirî 4, Amasya 3, Antalya 17, Artvîn 2, Aydin 8, Balıkesir 9, Bilecik 2, Bîngol 3, Bedlîs 3, Bolu 3, Burdur 3, Çanakkale 4, Çankiri 2, Çorum 4, Denizli 7, Diyarbekir 12, Edîrne 4, Elezîz 5, Erzincan 2, Erzirom 6, Eskîşehîr 6, Dîlok 14, Gîresun 4, Gümüşhane 2, Colemêrg 3, Hatay 11, Isparta 4, Mersîn 13, Qers 3, Kastamonû 3, Kayserî 10, Kirklareli 3, Kirşehir 2, Konya 15, Kutahya 5, Meletî 6, Manîsa 10, Mereş 8, Mêrdîn 6, Mûğla 7, Mûş 3, Nevşehîr 3, Nîğde 3, Ordû 9, Rîze 3, Samsûn 9, Sêrt 3, Sînop 2, Sêwas 5, Tekîrdağ 8, Tokat 5, Trabzon 6, Riha 14, Ûşak 3, Wan 8, Yozgat 4, Zongûldak 5, Aksaray 4, Karaman 3, Kirikkale 3, Batman 5, Şirnex 4, Bartin 2, Erdexan 2, Iğdır 2, Yalova 3, Karabuk 3, Kîlîs 2, Osmaniye 4 û Duzce 3.

Herwiha Enqere wê bibe 3 herêmên hilbijartinê, Bûrsa 2, Stenbol 3 û Îzmîr 2 herêmên hilbijartinê.