YSKê, hejmara gistî ya dengdêran ragihand
PeyamaKurd- Serokê Saziya Bilind a Hilbijartinan (YSK) Ahmet Yener, hejmara dengêrên ku dê di hilbijartinên 14ê Gulanê de li Tirkiyeyê û derveyî welêt dengên xwe bidin, eşkere kir.
Di pêvajoya ku ji mehekê kêmtir dem ji bo Hilbijartinên Giştî yên Tirkiyeyê maye de amadekariyên teknîkî jî tên tekûzkirin.
Di vê çarçoveyê de Serokê YSKê Ahmet Yener daxuyaniyek da û hejmara welatiyên ku dê li nav welêt û li derveyî welêt dengên xwe bidin, eşkere kir.
Li gorî agahiyên ku Yener dan, dê di 14ê Gulanê de bi giştî 64 milyon û 113 hezar û 941 dengdêr dengên xwe bidin.
Di dewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di vê çarçoveyê de dê li nav welêt 4 milyon û 904 hezar û 672 dengdêr, cara yekem dengên xwe bi kar bînin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin