YSK: Di hilbijartineke muhtemel de ev partî dikarin têkevin hilbijartinê

17 rêbendan 2020 15:43
YSK: Di hilbijartineke muhtemel de ev partî dikarin têkevin hilbijartinê

PeyamaKurd - Lijneya Bilind a Hilbijartinan (YSK) navê partiyan ku dikarin beşdarî hilbijartineke muhtemel bibin eşkere kirin. Li gorî wê yekê partiyên Kurdan HDP û Huda-Par dikarin bikevin hilbijartinê.

Lijneya Bilind a Hilbijartinan (YSK)) bi daxuyaniyek navê partiyan ku dikarin beşdarî hilbijartineke muhtemel bibin eşkere kirin. Li gorî wê yekê ji partiyên Kurdan bi tenê HDP û Huda-Par dikarin têkevin hilbijartinê.

Li gorî şert û mercên niha, partiyên Kurdî PAK, PSK, KKP, Hak-Par, PAKURD, PDK-BAKUR nikarin wekî partîbeşdarî hilbijartinan bibin.

Partiya serokwezîrê berê Ahmet Davutoglu, Partiya Pêşeroje ji ber ku şertên wê nehatin dabînkirin di lîsteyê de cih negirt. 

YSKê navê partiyên dê bikaribin beşdarî hilbijartineke muhtemel bibin wiha rêz kir: 

1- Partiya Adalet û Rakirinê (AKP)

2- Partiya Anavatanê 

3- Partiya Serxwebûna Tirkiyê (BTP)

4- Partiya Yekîtiya Mezin 

5- Partiya Komarê ya Gel (CHP)

6- Partiya Demokrat (DP)

7- Partiya Çep a Demokratîk (DSP)

8- Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)

9- Partiya Doza Hûr (HUDA-PAR)

10- Partiya ÎYΠ

11- Partiya Tevgera Netewperest (MHP)

12- Partiya Saadet ê (SP)

13- Partiya Komunîst a Tirkiyê 

14- Partiya Vatan 

15- Partiya Jinûve Refah