YPG: Ti têkiliya me bi teqîna Efrînê re nîne...

29 nîsan 2020 22:39
YPG: Ti têkiliya me bi teqîna Efrînê re nîne...

PeyamaKurd - Berdevkê fermî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd li ser malpera fermî ya YPGê derbarê teqîna doh a li navenda Efrînê ku 53 kes hatin kuştin û bêhtirî sed kes birîndar bûn daxuyaniyek weşand.

Berdevkê YPGê bersiv da tohmekirina YPGê bi teqîna Efrînê û got, “Hinek derdoran bêyî ku mijar were teqezkirin, bi awayekî lezgîn YPG ji vê bûyerê berpirsyar girt. Ev tohmet û tawanbarî dûrî rastiyê ne, tu têkiliyê me bi vê bûyerê ve nîn e.”

Daxuyaniya YPGê wiha ye:

 “Di dîroka 28-04-2020 de (duh) teqînek bi rêya seyareyeke sotemenî lê barkirî li bajarê Efrînê rû da. Hinek derdoran bêyî ku mijar were teqezkirin, bi awayekî lezgîn YPG ji vê bûyerê berpirsyar girt. Ev tohmet û tawanbarî dûrî rastiyê ne, tu têkiliyê me bi vê bûyerê ve nîn e.”