PKK: Ti têkiliya me bi teqîna Taksîmê re nîne

14 mijdar 2022 21:47
PKK: Ti têkiliya me bi teqîna Taksîmê re nîne

PeyamaKurd - Fermandariya Giştî ya Navenda Parastina Gel  (NPG) ya bi ser PKKê ve derbarê êrîşa Taksîm-Kolana Îstiklal a Stenbolê ku doh 13ê Mijdarê berêvarê li demjimêr 16:20 xulekan hatibû kirin û tevî kuştina 6 kesan bûbû sedema birîndarbûna 81 kesan, daxuyanî da.

Baskê PKKê li ser tohmetkirina rayedarên Tirkiyê ya encamdana êrîşê, red kir ku ew êrîşî ji aliyê wan ve hatiye kirin û ragihand ku ti têkiliya wan bi teqîna Taksîma Stenbolê re nîne.

Herwiha NPGê di daxuyaniya xwe de wiha gotiye: “Beriya her tiştî em sersaxiyê ji xizmên kesên di teqîna li Stenbolê ya di 13ê Mijdarê de jiyana xwe ji dest dane û ji birîndaran re jî şifaya xêrê dixwazin.”

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku ew sivîlan nakin hedef û êrîşa Taksîmê jî wekî planeke tarî tê pênasekirin.

Daxuyanî wiha dewam dike: “Gelê me û raya giştî ya demokratîk dizane ku tu têkiliya me bi vê bûyerê re tune, em sivîlan nakin hedef û çalakiyên li dijî sivîlan jî qebûl nakin. Em tevgereke wisa ne ku, em têkoşîneke bi heq û meşrû ya azadiyê dimeşînin. Bi perspektîfa ku em dixwazin bi civaka Tirkiyê re siberojeke hevpar, demokratîk, azad û wekhev ava bikin, em tevdigerin. Ji ber vê qet nabe ku em li ser zemîna Tirkiyê kesên sivîl bikin hedef.”

Herwiha tê diyarkirin ku ji bo plana xwe bicih werînin Kobanî kirine hedef û wiha tê gotin: “Ji bo ku vê rewşê biguherînin tê dîtin ku dixwazin planeke tarî cîbicî bikin. Piştî vê bûyerê Kobanî kirine hedef û ev jî plana wan diyar dike. Dema ku mirov ji vê çarçoveyê lê binihêre, tê dîtin ku ev bûyereke tarî ye, hêmanên ku di vê bûyerê de tên bikaranîn tê îdiakirin ku Kurd an jî kesên ji Sûriyeyê ne, lê ev tişt dê encamê neguherîne.” 

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu, herî dawî îro 14ê Mijdarê daye xuyakirin ku jina gumanbar Ahlam Albashir a ji Sûriyê ku bombe daniye kolana Îstiklalê hatiye desteserkirin û îdia kir ku jina gumanbar di îfadeya xwe de mikur hatiye ku li Efrînê ji aliyê YPGê ve hatiye perwerdekirin û fermana êrîşê jî Kobaniyê û YPGê standiye.