YPG: Em ê bersiva êrîsên Tirkiyê bidin

13 berfanbar 2018 14:38
YPG: Em ê bersiva êrîsên Tirkiyê bidin

PeyamaKurd – Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd li ser gefên operasyonê yên Serokomarê Tirk Recep Tayyip Erdogan got, “Êrîş bikin em ê bersivê bidin.”

Mehmûd ji televizyoneke Kurdistanê re ragihand, “Hêzên me li gorî xweparastina rewa hatine bicîkirin. Dê li dijî êrîşeke ser Rojava xwe biparêzin.”

Nûrî Mehmûd diyar kir, “Ji aliyê teknolojiya leşkerî ve ti hevsengiyeke hêzên me û artêşa Tirkiyê nîne, lê dîsa jî hêzên me bi şoreşê bawer in. Herwiha amadekariyên wan ên xweparastinê hene. Dê êrîşên dagirkeriya Tirkiyê bi ser nekevin.”