YNKê berpirsekî nû bo Hewlêrê tayîn kir

08 nîsan 2018 20:49
YNKê berpirsekî nû bo Hewlêrê tayîn kir

PeyamaKurd - Cîgirê Yekem ê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Kosret Resûl Elî ji bo şaxa YNKê ya li Hewlêrê biryar da ku kurê xwe yê bi navê Şalaw Kosret bike berpirsyar.

Li gor agahiyan Cîgirê Yekem yê YNKê Kosret Resûl biryarnameyek belav kir.

Resûl di wê biryarnameyê de ji bo şaxa YNKê kurê xwe yê bi navê Şalaw Kosret Resûl berpirsyar nîşan da.

Beriya niha Rizgar Elî berpirsê şaxa YNKê ya li Hewlêrê bû.