Yekîtiya Ewropayê: Sizayên li ser Suriyeyê, dorfireh dibin
PeyamaKurd- Di daxuyaniya Konseya Yekîtiya Ewropayê (YE) de hat ragihandin ku YEyê, 25 kes û 8 rêxistin bi hinceta ku bi hilberîn û qaçaxvaniya madeyên hişber ve girêdayî ne, xist lîsteya sizayên li dijî Suriyeyê.
Di daxuyaniya ku hat dayîn de hat diyarkirin ku piraniya kes û rêxistinên ku li lîsteyê hatine zêdekirin, ji hilberîn û qaçaxvaniya narkotîkê bi taybetî "Captagon" pêk tê.
Hat tekezkirin ku bazirganiya madeyên hişber, veguheriye modeleke bazirganiyê di bin serpereştiya rêjîma Suriyê de û hat gotin ku bi saya vê yekê kesên di nav rêjîmê de dewlemend bûne ku ev bazirganî ji rejîmê re bûye çavkaniya dahatê û berdewamiya zilma li ser xelkê medenî.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku kompaniya endezyarî û avahîsaziyê ya Rusyayê Stroytransgaz û kompaniya bi navê Gecopham ku tê gotin ji aliyê rejîma Esad ve di bin kontrola Wezareta Neftê de ye, bi hinceta ku piştgiriya wan dikin, ketine lîsteya dorpêçên Yekîtiya Ewropayê yên li ser rejîma Suriyeyê.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin