Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser rejîma Esed sepandin
PeyamaKurd – Konseya Yekîtiya Ewropayê ragihand ku Yekîtiya Ewropa (YE) cezayên nû li ser rejîma Beşar Esed sepandine û 4 wezîrên Sûriyê yên din xistine nav lîsteya dorpêçan.
Di daxuyaniya Konseya Ewropa de hatiye eşkere kirin, di lîsteya dorpêçan de Wezîrê Bazirganî Amr Salem, Wezîrê Enformasyonê Boutros al Hallaq, Wezîrê Kar Mohammad Seifeddine û Wezîra Dewletê Diala Barakat cî digirin.
Herwiha konseyê diyar kiriye ku mebesta wan bi cezayan, fişarê li ser rejîma Sûriyê bikin daku ji bo çareseriyeke siyasî ya mayînde û li gorî biryara Neteweyên Yekbûyî ya jimara 2254 rejîma Sûriyê bikeve tevgerê.
Bi van cezayên nû re, heta niha 290 kesayetên rejîma Esed ketine lîsteya dorpêçan a Yekîtiya Ewropayê û di nav de 70 sazî û kompaniyên aborî jî cî digirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin