Yekîtiya Ewropayê bang li Îranê kir: Înternetê vekin, tundiyê nekin!

21 mijdar 2019 20:48
Yekîtiya Ewropayê bang li Îranê kir: Înternetê vekin, tundiyê nekin!

PeyamaKurd – Yekîtiya Ewropayê (YE) bang li rejîma Îranê kir ku dawiyê li tundûtujiya dijî xwepêşanderan werîne û got, “Ti cureyên tundiyê nayê qebûlkirin”.

Nûnera Biland a Polîtîkayên Ewlekariyê û Pêwendiyên Derve yên Yekîtiya Ewropayê  Federica Mogherinî, bi daxuyaniyeke nivîskî li ser xwepêşandanên Îranê banga aramiyê kir û got, "Em hêvîdarin hêzên ewlekariya Îranê ji tundiyê dûr bisekinin û xwepêşander protestoyên xwe bi awayekî aştîyane lidar bixin.”

Di daxuyaniyê de hat gotin ku bi ti awayî destwerdana tundî nayê qebûlkirin û hat xwestin ku azadiya kombûnê û derbirinê bixin bin ewlehiyê.

Herwiha bang li rayedarên Îranî hat kirin ku ji bo azadiya belavbûna agahiyan dawiyê li qutkirina înternetê bînin.