Yekîtiya Ewropayê dorpêç danî ser 3 wezîrên Sûriyê

28 mijdar 2024 22:40
Yekîtiya Ewropayê dorpêç danî ser 3 wezîrên Sûriyê

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Yekîtiya Ewropayê (YE) 3 wezîrên hikûmeta rejîma Sûriyê xist nav lîsteya cezayan û wekî sedem jî "zordariya berdewam û binpêkirina mafên mirovan" ên li Sûriyê hate nîşandin.

Parlamentoya Ewropayê ragihand, navê wan kesan Wezîrê Bazirganiya Navxweyî Luey Îmad El-Dîn El-Munecîd, Wezîrê Petrolê Fîras Hesen Qedûr û Wezîrê Dewletê Ehmed Mihemed Bustacî ye.

Hate diyar kirin ku ev biriyar ji ber "berpirsiyariya wezîrên navborî ya çewisandina tund ji aliyê rêjîma Sûriyê ve li dijî xelkê sivîl" hatiye wergirtin.

Dorpêçên hatine danîn, cemidandina samanan, rêgirtin li welatî û kompaniyayên Yekîtiya Ewropayê ji dana pere û fonan ji kesên di lîsteyê de û herweha qedexekirina derbasbûna welatên Ewropî li xwe digre.

Hejmara kesên Sûrî yên di bin sizayên Ewropayê de ne gihîşt 318 kes û 86 rêxistinan.

Parlamena Ewropayê daye xuyakirin, çareseriya siyasî ya li gorî biriyara Encûmena Ewlekariya Navdewletî ya hejmar 2254 bi tenê rê ye li pêş pêkanîna aştiya domdar li Sûriyê.

Hate diyarkirin ku cezayên Ewropayê ti astengiyê nade pêşiya şandina alîkariyên mirovî bo Sûriyê.