Yekîtiya Ewropa: Proseya hilbijartinên Kurdistanê erênî ye

02 cotmeh 2018 03:27
Yekîtiya Ewropa: Proseya hilbijartinên Kurdistanê erênî ye

PeyamaKurd - Yekîtiya Ewropa bi daxuyaniyeke fermî proseya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê wek gaveke girîng binav kir.

Berdevka Yekîtiya Ewropa bo karûbarên derve Maja Kocijancic bi daxuyaniyekê ragihand ku, pêkanîna proseya hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê bi awayekî aram û aştiyane pêngaveke erênî ye.

Berdevka Yekîtiya Ewropa bo karûbarên derve Maja Kocijancic got ku, pêkanîna helbijartinan derfeteke bo welatiyan daku, mafê xwe yî demokratîk bikarbînin û tekez kir ku, proseya cuda kirina dengan pêwîste bi zelalî birêve biçe.

Herwiha Berdevka Yekîtiya Ewropa bo karûbarên derve Maja Kocijancic tekez kir ku, ew aliyên karên ne yasayî kirine pêwîste bi rêyên yasayî bên çareser kirin.