Leyen: Proseya endamtiya Ûkraynayê bo Yekîtiya Ewropayê dest pê kir
19 adar 2022 00:02
PeyamaKurd – Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) Ursula von der Leyen piştî pêwendiya ligel Serokê Ûkraynayê Vlodomir Zelensky ragihand ku proseya endamtiya Ûkraynayê bo YEyê dest pê kiriye.
Von der Leyen, li ser medya civakî behsa hevdîtina xwe ya vîdyoyî ya bi Zelensky re kir û diyar kir, proseya endamtiyê dest pê kir û wê Komîsyona YE jî di vê rêyê de pêşve biçe.
Von der Leyen destnîşan kir: “Min li ser piştevaniya berdewam a YEyê bo Ûkraynayê temînat da Zelensky. Rêya Yekîtiya Ewropa ya Ûkraynayê vebûye. Di van demên wiha de pêwîstî sebr û tehemulê heye. ”
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
PE: Tirkiyê bi zanebûn dawî li proseya endamtiya Yekîtiya Ewropayê anî
05 gln 2022
Jiyan
Komîsyona Yekîtiya Ewropayê proseya endamtiya Tirkiyê bi fermî cemidand
24 îln 2021
Kurdistan
Yekîtiya Awrûpayê 1.2 mîlyar Ewro kredî dide Ûkraynayê
22 sbt 2022
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin