Yekîtiya Ewropa planeke 4 xalan a rêgirtina koçberiya qaçax eskere kir...
PeyamaKurd - Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) ji bo rê li ber koçberên qaçaxî bigire planeke ji 4 xalan pêk tê ragihand.
Li gorî plana YEyê di nav tedbîran de şandina balafirên bêmirov ên li ser sînorê Tirkiye-Bûlgarîstanê û zêdekirina hebûna Frontexê jî heye.
Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) Ursula von der Leyen berî destpêkirina lûtkeya taybet a YE ya koçberiyê, planeke ji 4 xalan pêk tê pêşkêşî Parlamenta Ewropayê (PE) kir.
Von der Leyen bal kişand ser pêwîstiya zêdetir ewlekirina sînorên derve yên YE û xurtkirina hevkariya bi welatên sêyemîn re ji bo pêşîgirtina li koçberiya qaçax û behsa tedbîrên ku li ser sînorê Tirkiyê ji bo pêşîgirtina li koçberiya qaçax bê girtin kir.
Leyen got: “Sînorê Bûlgarîstan-Tirkiyeyê bi tedbîrên wekî balafirên bêmirov (dron) û zêdekirina hebûna Ajansa Ewlekariya Sînor û Peravê ya YE mimkun e.”
Herwiha Von der Leyen da xuyakirin ku divê YE vegerandina koçberan zêde bike û ddiyar kir, her sal li welatên YEyê nêzî 300 hezar biryarên vegerê tên girtin, lê tenê 70 hezar ji wan bicih tên.
Leyen got ku plana 4 xalan plana herî baş a bo rêgirtina koçberiyê ye û destnîşan kir ku heger ku biryara dersînorkirinê li welatekî Yekîtiya Ewropayê hatiye dayîn, divê li hemû welatên endam jî ew biryar derbas bibe.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin