Yekîtiya Ewropa 20ê Adarê konferansa bexsê bo qurbaniyên erdhejê saz dike
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) ji bo mexdûrên erdhejên 6ê Sibatê yên li Tirkiye û Sûriyê, 20ê Adarê konferanseke navdewletî ya bexşê saz dike.
Komîsyona YE ku seroktiya serdemê Swêd dike, bi daxuyaniyekê ragihand, wê berî konferansa bexşê 20ê Adarê û seroktiya konferansê jî Seroka Komîsyona YE Ursula von der Leyen û Serokê serdemê yê YE Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson bike.
Hat diyarkirin ku mebesta bi konferansê hevkarî û piştevaniya bihêz a bo qurbaniyên erdhejê ye û ji bo avadankirin, zêdekirina alîkariyan û rehabilîtasyonê ew dê bi awayekî cidî tevbigerin.
Herwiha hat ragihandin ku deriyê konferansê û alîkariyê ji bilî welatên Ewropa, ji welatên kendavê, welatên cîran û saziyên mirovî û darayî yên navdewletî re vekiriye.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin