Yekîtiya Awrûpayê 4.34 mîlyar euro ceza da Google ê

18 tîrmeh 2018 18:49
Yekîtiya Awrûpayê 4.34 mîlyar euro ceza da Google ê

PeyamaKurd- Yekîtiya Awrûpayê bi sedema ku di sîstema bikaranîna Androîdê de, desthilatiya xwe ya di bazarê de bi xerabî bikaraniye 4.34 mîlyar Euro(5 mîlyar (dolar) ceza da Google ê.

YA ragihand ku Google vê kiryara xwe ji sala 2011an de dewam dike. Di pey ceza de Google ragihand ku dê li cezayê YA ê îtîrazê bike

Di ser de jî komîsyona reqabetê ya YA ê, ji Google ê re got ku dev ji bikaranîna Androidê bo berhemên xwe berde. Google bi wê rêyê berhemên xwe derdixe pêş. Eger di nava 90 rojan de dev ji vê kiryara xwe bernede, wê hinek cezayên din jê re were.