Yekîtiya Awrûpa: Delîlên Îsraîlê tine ne
PeyamaKurd- Yekîtiya Awrûpayê li dijî beyanên Îsraîlê yên di derbarê bernameya nukleerî ya Îranê derket. Temsîlkara têkiliyên derve ya YA yê Mogherini raihand ku di nava delîlên di destê Îsraîl de, tiştekî ku Îranê peymanê binpê kiribe tine ye.
Mogherini got; yek hêzek heye ku karê kontrola Îranê bike bê li pey peymana nukleerî dimeşe an na! Ew jî Ajansa navdewletî ya Enerjiya Atomê ye. Eger agahiya kesî di derbarê lebata bi eksa peymanê hebe, divê bi vê ajansê re agahiyan parvebike.
Dewleta Almanya got ku wê li ser belgeyan lêkolînê bikin. Berdevkê hukumeta Almanya, ji ajansa Almanya ya bi navê DPA yê re got ku wê li ser gotinên Netenyahû lêkolîna xwe bikin. Berdevk got ku bi sedema ku gumana civaka navdewletî di mijara Îranê de hebû, peymana sala 2015an bi Îranê re hat kirin.
Li ser mijarê peyamek ji Brîtanya belav bû û berdevkê hukumeta Brîtanya ragihand ku bawerî bi Îranê nayê lê bo kontrolê weka navnîşan Ajansa Atomî ya Navdewletî nîşan da.
Netenyahû, di ser hesabê xwe yê Twitterê de ragihand ku bi serokê Fransa Macron re, bi serokwezîra Almanya bi Merkel û bi serokê Rûsyayê bi Putin re bi rêya telefonê axifiye. Bo belgeyên destê xwe, bi awayeka hûrgilî ji Almanya û Fransa re parveke, wê tîmên xwe yên proesyonel bişîne van welatan.
Netenyahû wê mijarê bi Çînê û Brîtanya re, di rojên pêşiya me de giftûgo bike.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin