Yek ji pîlotê herî navdar di serê li dijî Rûsyayê de hat kustin

02 adar 2022 13:04
Yek ji pîlotê herî navdar di serê li dijî Rûsyayê de hat kustin

PeyamaKurd Serokê şaredariya bajarê Boltava Demitry Lunîn diyar kir, yek ji pîlotê herî navdar û baş li cîhanê Oleksandr Oksanchenko, di şerê li dijî Rûsyayê de hat kuştin.

Lunin li ser facebookê daye zanîn, Oleksandr Oksanchenko pîlotekî leşkerî bû û Cîgirê Encûmena Bajarê Mîrhorod bû, di şerê dijî Rûsyayê de hat kuştin.

Herwiha Lunin eşkere kiriye, Oksanchenko yek ji pîlotê herî baş yên Ukraynayê ye û di şer de hatiye kuştin. Pîlotê ku hatiye kuştin di liwaya balefirvaniya tektîkî 831 de xizmet kiriye.

Hêjayî gotinê ye, Oleksandr Oksanchenko bi erkên herî zehmet di pêşangeh û festîvalên balafirvaniya leşkerî de rabûye. Oksanchenko Xelata Stêrka Zêrîn û Qaremanê Ukrayna wergirt ku li Ukraynayê xelata herî pile bilind a leşkerî ye.