Îsraîl li Sûriyeyê li dijî Îranê serê sîmulasyonê dike
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Hêzên Esmanî yên Îsraîlê li Çiyayê Hermonê yê Sûriyeyê di çarçoveya perwerdeya operasyonên leşkerî de ku tê payîn li Îranê bên kirin, li dijî hêzên artêşê operasyonên sîmulasyonê pêk anîn.
Di 6ê Adara 2025an de, Serfermandarê nû yê Îsraîlê, Eyal Zamir, piştrast kir ku welatê wî îsal xwe ji bo şerekî mihtemel yê bi Îranê re amade dike.
Dezgehên ragihandinê yên Îsraîlî duh li ser zarê jêderên leşkerî belav kirin ku Îsraîl tetbîqatên mezin ên mîna senaryoyên şer pêk tîne û çiyayê Hermonê ku ji aliyê erdnîgarî ve gelekî dişibe navçeyên Îranê, bi kar tîne.
Medyaya Îsraîlê ragihand ku ”Şahid di destpêkê de fikirîn ku sîmulasyon ji bo xizmetkirina hêzên mezin ên ku li çiyayên bi berf (2,814 metre ji asta deryayê bilindtir) û li zozanên wan, ku germahî di navbera 10-14 pileyî de ye, bên pêkanîn.”
Jêderan got, “Hêzên alavan û cebilxane, û her weha xwarin, kelûpelên bijîşkî û cilên germ û piştre operesyonên tetbîqatê ji bo derxistina leşkerên birîndar û asêbûyî pêk anîn” û piştrast kirin ku şahid pişt re pê hesiyan ku ev ”tetbîqatên şer” bûne.
Çavkaniyan eşkere kir ku beriya 3 mehan Îsraîlê diyar kiribû ku çiyayên li bakurê Girên Golanê kêmasiya binesaziyê ne û ne mimkun e ku leşker bi rê ve biçin.
Ji ber hevsengiya mezin di navbera erdê herêmê û çiyayên Îranê de, hêzên Îsraîlî biryar dan ku ji Çiyayê Hermonê sûd werbigirin û hefteyekê tetbîqata şer bikin.
Jêderan tekez kir ku “Firqeya 124ê ya Hêza Esmanî ku firokexane û depoyên çekan li Sûriyeyê piştî rûxana rêjîma Beşar Esed bombebaran kir, li ser lûtkeyên Çiyayê Hermonê perwerdehiya simulasyonê pêk anî.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin