YE: Wagner karê navxweyî yê Rûsyayê ye

24 hezîran 2023 16:01
YE: Wagner karê navxweyî yê Rûsyayê ye

PeyamaKurd Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê (YE) Charles Michel diyar kir, ew bûyerên bi serhildana Koma Wagner a li dijî rêveberiya Rûsyayê destpê kir ji nêz ve dişopînin û diyar kir, ev mijareke navxweyî ya Rûsyayê ye.

Michel di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê Twitterê de got, YE ji nêz ve rewşa ku li Rûsyayê pêş dikeve dişopîne.

Michel eşkere kir, ew bi lîderên Ewropî û hevkarên G7 re di nava têkiliyê de ne û wiha got, "Ev bi awayekî eşkere meseleya navxweyî ya Rûsyayê ye."

Michel got, "Piştgiriya me ya ji bo Ukrayna û ji bo Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskiy bênavber e."

Damezrênerê Wagner, Yevgeny Prigojin, artêşa Rûsyayê bi êrîşa Wagner tawanbar kir û gefa tolhildanê xwar.

Li ser vê rewşê, Servîsa Ewlekariya Federal (FSB) bi sûcdariya "hilweşîna çekdarî" doz vekir.

Di daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Rûsyayê de îdiayên ku dibêjin kampên Wagner rastî êrîşan hatine, hatin redkirin.

Di daxuyaniyekê de vê sibehê, wezaretê bang li hemû şervanên Wagner kir ku "hişyar bin" û têkilî bi sepandina qanûnê re deynin.