“Yê Rojava hedef bigre dê rastî aqûbeta DAISê were”

15 cotmeh 2018 22:31
“Yê Rojava hedef bigre dê rastî aqûbeta DAISê were”

PeyamaKurd - Hevserokê berê yê PYDê û endamê Komîteya Pêwendiyên Dîplomatîk di TEVDEMê de Salih Mislim hişyarî da Hikûmeta Sûriyê ji encamdana her êrîşeke li dijî Rojavayê Kurdistanê.

Salih Mislim li ser hesabê xwe yê Twitterê bi belavkirina peyamekê da zanîn: Çi keseke ku bizava êrîşekê li ser wan navçeyên ku me ji DAIŞê rizgar kiriye bike, wê çarenivîsa wî weke ya DAIŞê be.

Ev peyama Mislim weke bersivekê ye li ser gefên Wezîrê Karên Derve yê Sûriyê Welîd El-Muelim, ku îro li Şamê ragihandibû: Piştî kontrolkirina Idlibê, emê berê xwe bidin rojhilatê Çemê Firatê û careke din wê deverê vegerînin bin kontrola Hikûmetê.

Ji aliyê xwe ve jî, Encûmena Sûriya Demokrat (MSD) daxuyaniyên Muelim red kir û di daxuyaniyekê de ragihand: Baweriya me bi çareseriya siyasî nayê û me ti carî şer bi Hikûmeta Sûriyê re nekiriye. Hêzên Sûriya Demokrat, hêzên berevaniyê ne û zimanê gefan yê ku hin berpirsên Hikûmeta Sûriyê pê diaxivin, xizmeta çareseriyê nake.