YE, 72,5 milyon euro alîkarî dide Iraq û Kurdistanê
PeyamaKurd - Wezîrê Darayî yê Iraqê Fûad Hûsên piştî civîna ligel Berpirsê Hevkarî û Pêşvebirinê yê Yekîtiya Ewropa (YE) li Asya û Rojhilata Navîn Pierre Amilhat ragihand ku ew li ser alîkariya 72,5 milyon euro alîkarî bo Iraq û Kurdistanê rêkeftine.
Hûsen diyar kir, wan li ser pêşkeşkirina xizmetguzariyan, zindîkirina aboriyê, paqijkirina mayinan û çaksaziyên kerta enerjiyê rêkeftineke stratejîk îmze kiriye û got, nirxa wê rêkeftinê 72,5 milyon euro ye û kerta petrolê jî eleqedar dike.
Hûsên da zanîn ku dê şanda YEyê serdana Hewlêr, Kerkûk, Dihok û Silêmaniyê û çend herêmên din bike û ji bo ji nû ve avadankirinê lêkolînan bike.
Hat ragihandin ku 10 milyon euro bo vegera koçberan û paqijkirina mînan li Enbar, Kerkûk, Selahadin û Diyalayê hatiye terxankirin, 48,5 milyon euron ji bo avadankirina bajarên Enbar, Basra, Dihok, Hewlêr, Meysan, Mûsil, Selahadîn, Suleymaniye û Zûkarê hatiye terxankirin.
Herwiha 14 milyon euro ji wê alîkariyê jî ji bo başkirina kerta enerjiyê ya hikûmeta Iraqê hatiye terxankirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin